Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kavirê gêj] de;

1. kavirên ku ji nişka ve jiber nexweşîyekê hişê xwe winda dikin ra tê gotin. ev nexweşî çi ye nizanim lê dema li serê wan ajalan dide ev ajal gêj dibin û mîna dînan derûdora xwe tevdigerin. hertim li dû bira pêz ra tên lê ya xeternak ew e ku ev kavirên gêj bikevin pêşîya birê. hema deşt, çiya, zozan, çem û zinar ne xema wan e û lê didin diçin û pezên din jî didin pê wan kavirên gêj. divê li vir şivan miqateya wan bibe.

û herwiha wek gotineke neçê jî tê bikaranîn. ji bo mirovên ku nizanin çi dikin û çi dibêjin ra tê gotin. *



13.01.2020 09:55 | xelîl