Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sergîn] de;

13. Rêx û peyîna hişkkirî. Yek ji şewatên sereke ya Kurdistanê ye. Bîra min tê piştî birra pêz diçûn zozanan me bi bêrên devdirêj sergînên li nav govê heb û heb wekî çargoşe dibiriya û dianî li ber tavê da ku hişk bibe. Karekî paletiyê ye jî, hekena yekî tenê serê xwe nikare govekî qerase xilas bike.* Yên dewaran ji bo şewatê zêde nayê bikaranîn lê dîsa jî dema Garan diçû deştê me rêxên çêlan dixistin di nav qalibekê çargoşe ya bavê min ji texteyan çekirîbû û dianî li ber tavê.

Û herwiha, tevî bikaranîna wek şewat, ji bo zibilkirina (gûbrekirin)a zeviyan jî tê emilandin. Gûbreyên kimyevî li cem me hîç tune ye. Tenê sergîn bihar an jî payîzê li her aliyê zeviyê tê bilavkirin da ku sala dîtir zêdetir berhem jê were çandin.



20.05.2020 12:00 | xelîl