Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jifêzagorda

profîla "jifêzagorda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [b is for beer] de;

1. Navê pirtûkeka (bnr: tom robbins) e. Tom Robbinsê zimandirêj, bi zimanekî şirîn lê qerfok meseleyên cidî bo zarokan rave dike.

ji axaftina ferîştaha bîrayê û Gracieyê; "Dixwazim tu sond bixwî ku tu yê hemasa wiha wêrek bî. Gava wan xwînmijên di dilqê karmendên dewletê de tên û ji te re dibêjin; ka were em ê te ji wan tehlûkeyên pûç û qelp biparêzin, tu yê pişta xwe bidî wan û birevî. Tu yê ji rêwitiyê, kesên ji te cudatir, pîrhevokan, şevşevokan, serserîyan, dirankêşan, parêzvanan, tûndiya hevtemenên xwe, korrefehmiyê, nirxên civakî û netirsî. Bila ticarî biyanîtî, nepenîtî û pîreboza şêkir te netirsîne... Li ber wan kesên xwedî nav û nûçik destên xwe nede li ser hevdu, nesekine. û ticarî ji hezkirinê netirse, heke ew ji te hezneke jî tu ji hezkirinê netirse."



28.01.2019 02:44 | jifêzagorda