1. Navê romaneka (bnr: rana dasgupta) ye. Her beş bi navê bûjen/elementeka kimyevî dest pê dike. Bi zimanekî rewan, matematîkeke gelekî serkeftî hatiye nûsîn. Ji zarokatiya Ulhrich ve dest pê dike heya dawiya jiyana wî, derbarê dîroka sofyayê (paytexta bulgaristanê) hatina sovyetê, derûniya mirovên wê dewrê, heya cafe, bar û jazza li Berlînê de gelekî agahiyan dide. Xwendina pirtûkê gelekî rihet e. Bi taybetî kesên ku dixwazin bûyerên dîrokî bi awayekî hurgilî û bi rêya jiyana mirovan fêm bikin baş e. |
|
05.01.2019 02:20 |
jifêzagorda
|