Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [skyscanner] de;

1. malpereke berhevkirin û dîtina fiyetê herî kêm ên bafirokan û otelan e.
ev malper diçe li hemû malperên weke vê malperê dinere û kîjan firîn li kîjan malperê herî erzan be wê ji te re lîste dike. mesela em bêjin em ê ji îzmîrê herin carbekir. ev malper diçe ji malperên din ên weke aerobilet, turna.com, kolayyolculuk.com... û herwiha malperên fermî yên şîrketên balafirgehan, fîyetan digire û carekê de hemûyan li ber rêz dike. yanî hewce nake ku tu bikevî her malperê û eynî lêgerînê li her malperê bikî.
taybetmendiya herî xweş a vê malperê ew e ku tu dikarî şûna rojê, mehekê hilbijêrî. dema tu mehê hildibijêrî û lêgerînê dikî, tabloyekê tîne ber te. li ser her rojê fiyetê herî erzan dinivîse. yanî hewce nake ku tu ji bo dîtina fîyetê herî erzan roj bi roj lêgerînê bikî
ez ji bo hemû firînan vê malperê bi kar tînim. pêşniyar dikim: Here lînkê



09.06.2017 07:33 | mergehez