Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [duty free] de;

1. li gumrikan marketa ku bê bac tiştan difiroşe. li hemû gumrikên welatan heye lê fiyetên wan diguherin çimkî her duty free ji hêla şîrketeke ji wî welatî tê rêvebirin. mesela duty freeyên tirkiyê aîdî seturê ye. setûr jî şîrketa koç holdingê ye.
ji ber ku li tirkiyê baca cixare/tûtin û vexwarinên bialkol pir zêde ye, fiyetên tûtin û alkolan li vir gelek erzan dibin. mesela jack daniel’s 1 lt li duty freeyê 26.5 euro(~100 lîre) ye lê li hindurê tirkiyê 185 lîre ye, 3 karton(30 pakêt) parliament 75 euro(~300 lîre) ye, li tirkiyê ~400 lîre ye. werê lîste dirêj dibe.
ji xêndî tûtin û alkolan tiştên din ji derve bihatir in mixabin. ji ber tûristan fîyet bilind kirine, mesela pişmaniye, loqim filan 2-3 qatê bihaya normal in.



24.05.2017 23:44 | mergehez