Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwarina bilez] de;

4. rasterast wergera fast food'ê ye. heke ku meriv ji kurdî wergerîne îngîlîzî dibe fast eating, quickly eating û hwd. ji ber ku êdî fast food bûye qalib, rasterast wergera wê ne rast e. ji bo fast foodê divê gotineke xweştir bê dîtin.



xwarina bilez weke li jor jî hatiye gotin ji aliyê tenduristiyê ne baş e lewra xwarin baş nayê cûtin û diçe ma'dê meriv. di ma'dê meriv de dereng tê dehandin.. lê berevajiya wê yanî xwarina hêdî jî ji aliyê wext ne baş e lewra pir wext dibe. mesela ecela meriv hebe xwarina hêdî ne baş e. ez nikarim xwarinan zû bixwim lewra pir wextê min li xwarinê dihere û heke ku em bi hinekan re xwarinekê bixwim, hertim ew li benda min dimînin..



15.06.2015 21:21 | mergehez