2. (bnr: kerba dİlekÎ wİnda)
-şewgora sibehekî hatibûm windakirin.
Niha bihare!
Biharekê bêwext.
Û bi diayê windayekî car din, ji bo te têm afirandin.
Niha adar e, adar
Dar gul e, dil bi kul
De were yar de were
-niha ez bûme pinpinîk û tu kulîlk!
Çima cihê me di nava demsalekî de gûherî.
Ka, ez ê bibûyama kulîlk û tu yî pinpinîk.
Çima cihê me di nava qederekê de guherî.
Niha adar e, adar.
Gul e dar / kul e dil bi yar.
Carek bê serdana min,
Silavek, bi maçek
Bide bide bîrîna dilê min.
-te ji bo emrê xwe yê hefteyekê, êşa demsalekê da min.
Niha nizanim li kîjan demsalê û li kîjan biharê em ê
-di xewnan de
Rastî hev bên.
Hay ji xwe hebe.
Adar bi dawî dibe / gul bi avî
Qemika êvarê dil berdide te
Û ez bi diayên windayan rawestgehekê digerim,
Ji bo xwe û ji bo te.
-niha bi xwe re dipeyivim, bi dilê xwe re.
Li ser qada awêneya şkestî distirêm.
Li ser te kilamek dibêjim.
Tê de zilm û zora te.
Wek şîzofrenekê!
Yek ez, yek tu û yek jî windayên adara bi xwîn.
Di dîasporaya evîneke neçar de.
Ne pinpinîk bû xwediyê kulîlk, ne kulîlk bû pinpinîk.
Tanq û topa adarê bû qedera kulîlk û pinpinîka biharê.
-westiyam.
Dixwazim bigrîm.
Barên bijangên min bila werin xwarê.
Adar çû / gul ma bi tenê.
Ne havîn gihaşt zivistanê
Ne zivistan li havînê.
Bekoewanek bi navê biharê
Kenek bi girî hişt ji bo
Pinpinîk û kulîlka dil ya adarê.
-adar jî çû ez mam tenê!
Ne windayên biharê vegeriyan malên xwe,
Ne jî gorên wan hatin dîtin.
Destmalên bi xwîn ya di paxilên porsoran de man diyarî.
Kî çîrokên me dinivîse û kî qedera me.
Çima ez dibim kulîlk û tu jî pinpinîk?
Adar çû / gul ma sêwî
Havîn hat/ zivistan bû xeyalî.
Dil dîn û har bû û da dû yekî
Şopên winda jî xwe avêt bextê berfê.
-temenek!
Tenê bûm xwediyê gorek.
Û laşê min ber bayê dîn ket.
Wek adarê xeyalên min jî ez terk kirim.
Bîranînên min di gola xwînê de.
Hîn distirêm.
Ji bo tixûbên çavên te.
Adar çû / gul ma tiq û tazî
Zivistan li ser dara wê danî.
-de çi bibêjim.
Niha bi xatirê te!
Ger ku car din bêm dinê û car din li te mikur bêm,
Wek zivistan û wek havînê,
Wek siyek,
Li du xeyalek
Ezê bibim gul
Û tu jî
Bilbilek...
Ji bo kerba dilek
|