Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirsa kenê xelkê anîn ji xwe re] de;

2. wekî li jor mîr jÎ gotiye kêmasiya xwebaweriyê ye. mesela xwendekarek tiştekî fêhm nake û nikare ji mamoste bipirse lewma dibêje ger ez vê pirsê bikim dÊ hevalÊn min ji ber ku ez vê tişta hêsan nizanim bi min bikenin. lê tişta divê, pirsîn e. ger mirov nepirsê ji wî re zirar e.

dîsa weke li jor mîr gotiye ev bûye sedem ku gelek kurd nikarin kurdî bi hêsanî bipeyivin. gelek kurd hene ku kurdiya wan ne tam e lê hinekî dikarin bipeyivin. yanî çenikekî ji kurdên anliyem ama konuşamiyem pêştir in. ev kurdana nikarin bipeyivin lewra dema gotinekê dikin kesên derdorê bi wan dikenin. ev jî dibe sedem ku ji xwe nebawer dibin.

lê tu hinek kesan dinêrî hema her gûyî dipirse an jî dike. lê tu tevgerî wî/wê an jî pirsÊn wî/wê dinêrî tuyê bêjî ev ne însan e ev ji bo mirovahiyê skandalek e. lÊ ew kes ji sedî sed bi xwe bawer e û jiyan ji bo wî xweş e. divê mirov ji xwe bawer be lê ne bi vÊ ecêbê..



15.11.2014 15:07 | mergehez