Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [serpêhatî] de;

2. navê helbesteke mem ronga ye.



"Çeq çeq çeq

çeq çeq çeq

Rewş

hoy

zanyarî

tevgirêdan

çi ne.

Bese galegal û gotin

sekin

mirin e

Karker tune

gundî razaye

Şoreş

li hêviya

me pêşevanan

maye

Milek ji pola

dilek xurt

bes e

bo vê

Dengê tivingan

dermanên xewê



--



Req req req

req req req

Min yekî kuşt

bi mêranî

Yekî ku bi me re nedihat jî

li kêlek

danî

Lêxin

hevalno

lêxin

Qemberek

bavêjin vira

yekê jî

wira

Dinyayê bi serê wan de

hilweşînin

Alav/agir bireşînin

bimirin

wekî

mêra



--



Leq leq leq

leq leq leq

Nebû

lihevnehat

Îcar

gel

li pey me

nehat

... Lê...Lêbelê...

Pasîfîst

oportunîst

revîzyonîst

...îst ...îst ...Îst

Îsk

îsk

îsk

Na lo...Hewa ye

ev gel nehêja ye..."



Nîşe: di tirşikê de valahiyên serê rêzikan weke tune bin xuya dikin. ji ber vê helbest bi dîmena xwe rast dernakeve. ji bo ya rast : http://tinyurl.com/ojgvyg7



18.06.2014 15:18 | mergehez

1. macera, çîrok, hîkaye an jî tecrube, serguzeşt, bûyerên ku hatine serê mirov an mirov dîtine û jê fêrî tiştan bûye..



--de hela serpêhatiya xwe ya li izmirê ji me re bibêje lo..

--li îzmîrê jiyan nexweş e û zêde bûyerên xweş nehate serê min.



18.06.2014 15:17 | mergehez