1. Belê, hezkirin çi ye? Ev lêker li hemberî çi tê kirin? Dibe ku hezkirina lêkerekê an jî armancekê, ji hezkirina jinekê bêtir be? Ev fîlma Memduh Ün bigelemperî li ser van pirsan hûr dibe û dixwaze bersivekê bide wan. Fîlm di sala 1949an de li Edena'yê dibihure, li ser jiyana zarokekî û dûvre jî ciwaniya vî zarokî ye. Lehengê me yek ji du zarokên malbateke xizan e ku di mercên nexweş de jiyana xwe didomîne. Digel ewqas tiştî lehengê me qet dev ji armanca xwe bernade û ev îradeya wî ya mezin wî bi jiyînê ve girêdide. Navê lehengê me Muzo* ye. Ji biçûkaniya xwe ve ji xwendinê pir hezdike, di her karî de jêhatiye. Ji ber ku malbata wî xizan e, alîkariyê bi malbata xwe re dike û 'darı'(garisê kelandî) difiroşe... Ji jinekê hezdike lê ji ber ku dihere dibistanê naxwaze bi wê re bizewice û ji ber hindê rojekê hezkiriya wî bi zilamekî re dizewice. Yanî ji xwendinê bêtir hezkiriye û ji bo wê karibûye dev ji hezkiriya xwe berde. Îradeyek mezin!! ...hwd... |
|
11.05.2014 00:02 |
mergehez
|