Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hejîro

profîla "hejîro"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dilê min palgeh e ji işqê re] de;

1. Dîwana Berken Bereh ku hemû helbestên wî dihewîne û Gulana 2011'an keys li çapê aniye. Ji 432 rûpelan pêk dihête û ji nav weşanên Lîsê derçûye.Edîtoriya wê Kawa Nemir kiriye û ji pirtûkê re di destpêkê wê de nihêrînên xwe wek pêşgotinekê nivîsîne ku dibêje:"Ev e 'magnum opus'a helbestkar Berken Bereh. Dilê Min palgel e ji işqê re. Di xweşiya wî de rêzgirtinek li barûya wî ya helbestî.

Bo nimûne ji çend helbestan paxin rist:
1) da piç û pariyên xeyalên di destê te de
yeko yeko tevî tariya şevê bibin
ez ê xwe bavêjim hembêza bayên hênik

2)were xwe bihetikîne
bi şehwet hez bike ji min û xwe
ji karwanên bi razên veşartî dagirtî
ji xewlezaneyên ji mitirban
ji mirovên gotin-xeter
bila dakevin navendên bajaran

3)Bilûrên Bengiyê(ev helbest ji bo rênas jiyan û hevalên wî nivîsiye ku sala 2002'yan hêzên dagirker ew dîl girtibûn)
I.
li zinar û kendalan
werîsên hingivçinan qetiya
Berriya Mêrdînê
bêriya çîrokên Zînê kiriye gelo?
çav berdaye pîvokên bêrîvanan
II.
zû barî teyroka çavnebarên pêxwas
yarîgehên evîniyê di nava xwînê de hiştin
esmên ber avêt ji kerba
masiyan goştê xwe xwarin

lalên piştxûz
mitirbên koçber dilşa nekirin
awirên qewalên bengiyê
fortên mêrxasiyê reşandin li zeviyên beyar

a niha
şeydayên evîneke birîndar û lal
malzaroka pêşeroja min diparêzên newal û geliyan didin ber pênûsên xwe.



11.08.2017 01:51 | hejîro