1. gelî dost û hevala/107465
Gelî dost û hevala
Ehlê sewm (rojî) û selatê (nimê)
Dinyakî pir betal e
Kes namîne li heyatê
Ey ehlê vî zemanî
mala me çû mîratê
Dîn çû em pê nizanin
Îman go çû nema tê
Dinyakî bê feyde ye
Lewra mirin tê (de) heye
Îro sib dora me ye
Kesek nake xebatê
Ey ehlê vî zemanî
mala me çû mîratê
Dîn çû em pê nizanin
Îman go çû nema tê
Ey elîmê elemdar [1]
Kitêb xwendin bar bi bar
Eşqa kitêbê wan xwar
Berdan çemê firatê
Ey ehlê vî zemanî
mala me çû mîratê
Dîn çû em pê nizanin
Îman go çû nema tê
Sofî nin ji xwe razî nin
Jin û qîz jî tazî nin
Bi vî halî razî nin
Çiqasîke ...(fewatê ?)
Ey ehlê vî zemanî
mala me çû mîratê
Dîn çû em pê nizanin
Îman go çû nema tê
Gelî bira mêze kin
Eger hûn tewbe nekin
Qelbê (xwe) safî nuh nekin
Nakevin ber şefeetê
Ey ehlê vî zemanî
mala me çû mîratê
Dîn çû em pê nizanin
Îman go çû nema tê
[1] gorî ferhengên osmanî "alemdar" tê wateya "kesê ala -komekî- digre (û ji wan re rêbertî dike)" ango serok
vîdyoyê veke
|