Tirşik - Profîl
tirşik-profîla heyf

profîla "heyf"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şevên dirêj li gel tirşikê] de;

3. Şevên dirêj şevên kesên bi derd û xeman in.
Helbestvanekî tirk ê mezin dibêje ku:
"Şeb-i yeldâyı müneccimle muvakkit ne bilir?
Müptelâ-yı gama sor kim geceler kaç saat?"

Bi kurdî:
"Astrolog û astronom şeva herî dirêj nizanin, çawa dizanin? Ji derdmendên xeman bipirse ku şev çend saet in, ev karên wan in."

Demên berê, xelk ji astrolog û astronoman re dipirsine ku şeva herî dirêj (şeva bîst û yekê berfanbarê li gorî rojnameya mîladî ye) çi şev e? Ev edet û çanda dîrokî bû. Her kes vê şevê meraq dikine. Helbestvan hunerê telmîh kir û dibêje ku ew nizanin, derdmend dizanin. Ew her şev hişyar in.

Helbestvan rast gotiye. Şev bo derdmendan dirêj e, pirr dirêj e.
Derdê wan giran in. Derdê wan bê derman in. Lê ew bi derdê xwe xweş in.



26.12.2016 03:14 ~08:05 | heyf