Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [batman sigorta hastanesi] de;

1. Berê nexweşxaneya sigorta ya batmanê li cihê mizgefta sîteyê bû. Nexweşxaneyeke gelek gelek baş bû. Bijîşk, personel û delîvê xastexanê tam û têr baş bû. Bi saya amerika hatibû avakirin. Wê demê leşkerên amerika li batmanê hatibûn bi cîh kirin. Ji bo ku leşkerên amerîkî nojdariyeke baş bibînin hatibû avakirin. Ji bo gel jî xizmet dida. Hetanî operasyona niştegerî, cerrahiyê dihate kirin. Îmkanên nexweşxanê gelek bû. Dema ku leşkerên amerîka çûn pişt re nexweşxane ji cihê xwe hate rakirin, danîn cihê xwe yê vêga. Li cihê wê ya kevn jî mizgefta siteyê hate avakirin. Ji wê çaxê hetanî vê gavê nexweşxaneyeke wilo bikalîte li batmanê de nehat avakirin.



03.07.2017 10:23 ~10:25 | rûbar