Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îsqat] de;

1. Di eslê xwe de wateya wê peyvê kêm kirin, daxistin û weke wan e.

Li êlihê û derdora êlihê ango herêma me wek ji bo kêm kirina gunehên miriya, wek bergîdana rojiyê ku mirî negirtiye, bergîdana nimêjên nekirî yên miriya û wek bergî wekî wan ibadet û gunehan tê dayîn. Li tevahiya kurdistanê jî ku min bihistiye tê dayîn lê ne zahf xwe bawer im. Agahiya min zêde li ser tevahiya kurdistanê li vê mijarê de nîn e.

Bîdateke. Gelek di pey ji pêxamberê me û eshabê pêxemberê me de derketiye holê. Dibêjin ku mele û şêx ji bo cihê nanê wan bibê derxistine ev sepandinê. Helbet ne şêx û meleyên rasteqîn ya din. Bîdat encama wan baş jî bê nebaş jî bê ne ji fermaneke xwedê ye. Ji bona wê yekê tişteke hîç nebaş e. Çimkî mirov hene, mirov hene. Yekî ji bo başî û xweşiyê bi kar werînê yekî din dibe ku ji bo berjewendiyê xwe bi kar werînê. Pêşiya bîdatan nayê girtin. Bi gelemper jî ji bo dûrî qenciyê tê kar anîn.

Li herêma me wek dan jî tê dayîn. Dan ango cûreyeke genimê.

Ez bawerim ji bo alîkarîya feqîran hatiye derxistin. Lê vêga bûye kedxwariyeke bê edep û heqareta dînê û xapandina xwedê.

Versîyoneke wê bîdatê heye dibêjin keyandin. Keyandin peyveke ku wateya wê nêzikê peyvê hejandin e. Wek mînak tûrikek dan sed banknot bê. Yekî tûrikek dan dikire û diçe ber meleyan ji bo îsqata guneh û filan û bêvanên miriyên xwe. Carra yekem wê tûrikê wek îsqatê dide mele. Mele qebûl dike û disa dide xwediyê ewil. Û ew kes disa dide mele, mele dîsa qebûl dike, dîsa lê dizivirînê ev kesê. Û nizanim hema 60 car filan di navbera xwe de dikeyinînin û didin û dizivirînin. Ev tûrikek dan dibe nizanim çiqas tûrik. Sed banknot dibe milyaran pere. Û mirî jî ji gunehên û tişên xwe yên neqenc paqij dibe. Wek belaş(sed milyon) pir û pak diçe bihuştê. Ma hîç xwedayên xwe natirsin hey gidî. Hûnê bibînin.



30.06.2017 03:52 | rûbar