Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bêdawîtiya dojehê] de;

6. Pêşî ewî bêjim mijara piştî dojehê çûna bihûştê de tu agahî nîn e. Him qur'an'a pîroz him jî hedîsên resen agahiyek wisa nade.

Biramînin, pêxemberek tê û dibêje baş bin qenc bin hûnê biçin bihûştê. Lê baş nebin jî piştî sezayên xwe dîsa hûnê biçin bihûşt. Çawa çêdibê. Mînak insanek her ro heqeretê xwedê dike û diçe bihûştê. Tiştek wisa tune. Ew teorî ji layê cemaetên ku dixwazin ji xwe re mirov qezenç bikin ve hatiye derxistin. Bibingeh nîn e.

Jixwe meseleya afirandina insan ewe ku mirov evdîtiya xwedê bike. Li gorî îslamê insan misilman nebe diçe dojehê. Mirov misilman be vêgavê kiryarên yekî tê hesibandin. Evdîtiyeke, kiryareke baş û li gorî îslamê be diçe bihuştê.

Herwiha li gorî kiryarên yekî cûreyên bihuşt û dojehê hene. Hîç kesî re neheqî nayê kirin. Pîleyên wan li gorî yekî diguhêre.

Meseleya berdewamiya dojeh û bihûştê de di qur'an'a pîrozê de ebed, ebeden dibihurê. Li gorî insan ebed weke feza ye. Aqlê însan tiştên ku nizanê dawiya wê çî ye yan jî nabîne û agahiyek nikarê yanê gengaz nîn e ku dest bixê re nav lê dike. Wek feza, valahî. Em dizanin ne valaye lê aql û mêjiyên me wek vala dibîne. Yan jî ji fezayê re dibêjin bêdawiyê. Lê em dizanin bidawiye lê netiwanin gengaz nîn e ku agahiyek babeta bi dawîbûna fezayê de dest bixin. Ji ber vê yekê nav lê dikin. Dibêjin valahî ye û bidawî ye. Raste li gorî insan wisa ye.

Dîsa yekeya demê ast di herdû karîgehê de ji hev cudaye. Em nizanin dem li wê derê çawa ye. Dem heye an na. Çawa derbas dibe. Zagonên xweristiyên wê karîgehê nizanin. Lê qur'an'a pîroz ji bo ku em fêm bikin dibêje ebed, ebeden. Yanî li gorî mêjiyê me yê ku vêgavê têgihê bêdawiye. Dîsa qur'an'a pîroz behsa bihûştê dikê nimûneya dar û rûbaran, gul û biharan dide lu em têbigihin. Ji bo dojehê jî ava kelandî, agir, qeşayê ku dişewitîne mînak dide ez ne şaş bim. Em nizanin dar û rûbara wê derê agirê wê derê çawa ye. Çi pîleye. Lê me fikrek heye, kêmzêde dizanin ku tiştek baş e an xirab e. Bêdawîbûna dojeh û bihuştê li gorî insana bêdawiya. Yanê mantiqa me ji ber ku em neçûne tênagihê lê gava ku em çûn wê gavê têbigihin ku ebeda wî çi qas e. Vêgavê dizanin dawiya wî nayê ev qas dirêj e. Ne deh sal yanê ;).

Agahiyek zêde ku insanan dixwazê pêwîst e qur'an bixwînî. Gava meriv dixwîne dojeh û bihuşt li ber çavê yekî de geş dibe, wek hawê giyandar e. Yekî vêgavê bêhtir fêm dike. Ez her car dibêjim qur'an pirtûkeke pênase nîn e. Ango her tiştê biteferûat tarîf nake. Destûr dideyne. Mijara nimêj, desmêj, hac û wekî wan cûreyên ibadetê li gorî mijarên jiyanê herî kêm in. Ewan bêhtir tên pênas kirin. Çimkî mirovên wê zemanî û wî zemanî jî dizanibûn, dizanin mêj çawa tê kirin, desmêj çilo ye. Hac jî dikirin. Lê civat çilvirandî bû, ango dejenere bû. Qur'an'a pîroz û pêxemberê me ji bona ku ew mijaran dîsa rabikin ser piyan, bi bîr bixin hatin şiyandin. Newisa ji bo tarîf kirina nimêjê nehatiye. Wê demê jî civat çilvirandiye û hê jî diçilvirîn. Ji ber xwe tişt derdixin û wisa jî qayil dibin. Lê pirtûka jiyanê hatiye şandin. Gihiştina wê hêsan e. Bixwînin daku jiyan çî ye bizanin. Weka heyva çardeşevî diyar e ku tiştên ku em nizanin hene.



02.06.2017 20:19 | rûbar