Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [simd] de;

1. Xwarineke ji savarê tê çêkirin. Xwarinekî şil e. Di nava xwarinê de gelek sewze û biharat jî heye. Ez zehf his dikim. Digel wê xwarinê pîwazê simaqkirî û tirşiya tirozî gelek xweş diçe. Dew jî hebê hê jî xweş dibê.

Çeşîdê savarê vê xwarinê jî ne savarê ku em her car bi kar tînin e. Cûreyeke cuda ye. Birxûlê vî ji birxûlê savarê ku em bi gişt çêdikin hinek gir e. Di zimanê erebî, îbranî, aramî û wekî wan de cûreyeke savarê bi navê semîd heye. İhtimaleke mezin e ku navê simd ji wir tê. Herwiha navê simît jî gengazeke pir mezin e ji peyva semîdê tê.



15.05.2017 09:10 | rûbar