2. Piştî nimêja şevê ango nivêja eşayê hetanî çaxa limêja şeveqê navê nimêjên ku dihê kirin nimeja qiyamê ye. Bi erebî ye, dibêjin salat-ul qiyam. Yanê nimeja zêde li ser piyan tê kirin. Kiyam dirêje, rikû dirêje, sicde dirêje. Suretên dirêj tê xwendin, diayên dirêj dihê kirin, nav û kesayatiya xwedê pir û dirêj tê girisandin. Ango bi kurtebirî limêjek hêdî, dirêj, watedar û nirxdar e. Navê vê nimêjê wek nimeja şevê, nimêja tesbîhê, nimêja dirêj, nimêja remezanê, nimeja terawîhê û wekî wan bi dehan navan hatiye bi nav kirin. |
|
13.05.2017 19:37 ~19:47 |
rûbar
|