Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gumrah] de;

3. Min di helbestê hecî qadirê koyî de dît û bala min kişand û xwest ku parvebikim. Fermo bixwînin;
Sê qebîle heqîr û bê rûmet in
Kurd û rom û yehûdî gumrrah in

Rom û cû çak e îttîfaqî heye
Kurd e bêxîretî û nîfaqî heye

hecî qadirê koyî van dubendikan di navbera sala 1800-1900 an de dinivîse. Pişt re rom û cû bi îttîfaqiyê dewleta xwe ava kir. lê Kurd hê jî di nav bêxîretîyê de ne. Hê jî di navbera van nîfaqî xelas nebûye. Nakokiya me ev e. Divê di her platformê de piştgirîya hev bikin, destek bidin, bi parêzin, yek dest û yek deng bin.
Seîdê Kurdî çareserîyê wisa nîşan dide û bo me diyar dike;
Xwendin xwendin xwendin
Desthevgirtin Desthevgirtin Desthevgirtin.
Çare ev e.



22.11.2016 20:37 ~21:28 | rûbar

1. Tîpê r wek stûr tê xwendin. Ger em bi formê gumrrah binivîsin bêtir tê fêmkirin lê vê demê bere wilo be ta kû ev form bê qebul kirin. gumreh jî tê gotin. ango zêde, pir, gelek, zehf, boş, bor, gur, mişe yan jî zedehî, gelekî, zehfî..., bereket.

Ji bo kes û kom û civatan werê bi kar anîn tê wateya ''ji rê derketî, averê bûyî, rê şaş bûyî'' jî.
Ez maneya ku ligel dûr bûna rastiyê di tiştekî de zêde pê de çûn û piroletî kirin derdixim.



22.11.2016 16:24 ~16:34 | rûbar