Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biaqila malê

profîla "biaqila malê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gengeşeya di navbera dashnî murad û romî harkî de] de;

3. Ne meseleyek şexsî ye. Ancax kesê tiştek ji civatê fahm nekiriye û nikare ber pozê xwe bibîne dikare ji bo vê meseleyê bêje "şexsî". Nizanim nivîskar di peyama xwe de trolî kiriye an na.
Te mijarê vekir divê tu bi xweşikî binivîse jî. Mesele ji vir dest pê dike romî harkî di bernameyekê de dibêje "Li başûr hêjmara jinan ji ya mêran zêdetir e. Mêr dikarin çar jinan bikin. Jin lawaz in" Dashnî jî di heman bernameyê de dibêje " Na , jin ne lawaz in. Leyla Qasim heye hwd" Behsa jinên Kurdan dike. Pişti van gotinên Dashnî , Romî li ser medyaya civakî vîdeoyek parve dike û dibêje "Tu nikare bibe Leyla Qasim , tu jî avrûpa hatiye û tu dixwazi adetên civata Kurdan xerabike ". Di ser de jî sponsorê Dashniyê Berî çend salan wêneyekî Dashniyê li ser înternetê belav kiriye di wêneyê de etegê jinikê ji bela bayê rabûye hewa. Niha jî bi vê wêneyê êrîşî Dashniyê dikin û wê bi bêedebiyê tawanbar dikin. Ev ne pirsgirêkek civakî be çiye ?



2020.05.01-09:19 | biaqila malê