Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kirêtek

profîla "kirêtek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hinne] de;

5. Dîmenên pir nostaljîk..em gede bûn,li gund li ber pez,li ser kevirê mezin cî bi cî gilorikê spî hebûn.me xweziya xwe dikir ser vê gilorikê (belê me tû ser dikir) û me kevirek biçûk digirt ,ev xweziya bi vê spehiya kevir dikir hevir,herçî me li ser dibir û dihanî ev xwezî tîr dibû û kesk dibû,ha wê gavê me digirt û nuqto nuqto li kefa destê xwe dixist.gava lê hişk dibû me jê dibir ,şûna wê nedibiriqî lê sorbûna wê wê çaxê têra kêfxweşîya min bixwe dikir.wekî din jî ji xêrî gilorika,girikên hûrikî jî bi van keviran ve dihatin,keçên ciwan ên ku hêda dilê wan ji xweziyê dixeliya ev girikên biçûk ji keviran radikirin,dibirin malê difirikandin,dikutan û li dest û pê û porên xwe dikirin.û ez aniha fikirîm gelo ya ku tirk dibêjin "taş kinasi " ew bû?



21.09.2015 17:35 ~17:38 | kirêtek