Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hola êzîda

profîla "hola êzîda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [homofobîk] de;

15. encama îdeolojî ye, pirranî îdeolojîyek dînî ye. di gelek kûltûrên kevn de ya berî dînên cihû, xristiyan û îslamê de hevzayendî dihat tolerekirin û qebûl kirin. ji ber ve, bi baweriya min, sebaba herî mezin ya hebûna homofobîya, dînên îbrahîm pêxemberin. bo mînak di hinduîsmê de hevzayendî dihat pejirandin heta ku bandora îslamê û xrîstaniyê di civaka wan de jî homofobiya ava kir.

li gel sebeba dînî, sebebên din jî hene, yên civakî. sebeke homofobîya jî gelek kesên hevzayend an bîseksuêl bi xwe ne. niha hûne bipirsin ku çawa hevzayen/bîseksuel dibin sebeba homofobiya. di nav gelek kesan de dêhna hevzayendî/bîseksuel heye, lê ew di civakeke homofobîk de dijîn. ji ber ku di civakê de kîn û nefret hemberî hevzayendan heye û ji ber ku evên bi dêhnên hevzayendî/bîseksuel nikarin di civakên wisa de li gorî xwezaya xwe bijîn, şerê xwe ya hindurîn li dijî xwe ango li dijî hevzayendbûna xwe dikin. şerê wan ya "derve" li hemberî hevzayendiyê/bîseksueliyê, di heman demê de jî şereke "hindurîn" li hemberî xwe ye. bê gûman ev fênomên bêtir di civakên homofobîk de heye, di civakên lîberal ku hevzayendan bêtir tolere dikin tuneye, ji ber ku li civakên lîberal koteka civakî li ser hevzayendan kêmtire. civaka kurd jî civakeke homofobîke, ji ber vê jî hev fênomêna "hevzayendên li dijî hevzayendîtî" wê gelek hebe. bi îhtîmaleke mezin bi kêmasî yek ji tirşikvanên ku dibêjin "hevzayendîtî nexweşîye" ji wan kesê hevzayendin, ku hevzayendin lê hevzayendîtî qebûl nakin. îcar kî ji wan be, êdî hûn zanin an nizanin.



22.09.2015 02:39 | hola êzîda

11. Ne nexweşî ye. Tenê di civakên homofobîk û paşverû tê gotin ku nexweşî ye. Li vira almanyayê kesek wisa nabêje. Li vira gelek siyasetmedar, hunermendên hwd. bilind hevzayendin.



20.09.2015 13:53 | hola êzîda

4. Kesên ku hevzayendan tolere nakin.



20.09.2015 02:14 | hola êzîda