Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hilpasbûn] de;

1. s ya vê peyvê wek "z" tê xwendinê.
heta hine kes hilpasbûn, hinek jî hilpazbûn bikar tînin.

-li darê hilpazbûn
-li nerdewanan hilbasbûn..

mînak:
"pişîk li darê hilbazbû derkete jorê lê nikare peya be"

"ez li nerdewanên vî bajarî de lib lib hilbas dibim. her pencereyek e zer-êşiq, li ser pişta vê şevê re barekî berf-baran e.
ey xeyala spî, rabe û rûpoşa tarî li ser dilê xwe rake û stêrkên bextewariyê hilbas be.
ta ku ew stêrk jî rojekî şiqitî..
stêrk stêrk,
rengezer rengezer,
kûlîlkberfên vî bajarî û pencereyên zer-hêvî xwe amade dikin.
wê şeveke taveheyv de darên şahiyê hilbas bin.
hoy, erdnigariya zivistanî!
bendê be."

têbinî: min berdin ezê helbestan binvîsim ;)



16.02.2017 00:29 | bûtîmar