Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [muzeya arkeolojiyê a li amedê] de;

1. li kela hindir (iç kale) e.
dikeve pişt mizgefta hz silêman.

ger kartê we yê bankaya îş ê hebe hun bê pere dikevine hindir.
lê eger kartê we tinebe, têketin 5 tl ye û bilêtê dibirrî.

hindirê muzeyê pir xaş dîzayn kirine.
kevnareyên b.z 10.000an bigre heta dema osmaniyê tê de hene.
kevnareyên vekolanan de derketine berhev kirine û bi awayekî mîtolojîk lambe felan dane ber û pêşkeş kirine.

li her odeyê de televîzyonan de belgefîlmên wan çaxana kirine anîmasyon çêkirine. (bi îngîlîzî û tirkî)

li kêleka muzeyê dêreke xweşmîmarî heye.
birc û sûrên amedê û hewsel û dîcle jî li baxçe va xûya dike.
menzereyeke pir xweş e.

bo gera li amedê alternatifek e.



14.01.2017 21:25 | bûtîmar