Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çile] de;

2. (bnr: te go hirç?)

(bnr: erê min go hirç) *



22.12.2016 13:23 | bûtîmar

1. di nav gel de wek "çille" tê xandin. (du heb "l" va)
wek navê xwe jî çil roj in..
40 rojê zivistanê yên ewil û 40 roj jî ên dawiyê ne.

(bnr: serê çila) îro ye. gorê hesabê kurmancî (li cem me em wisa dibêjin. ne hîcrî, rûmî, mîladî filan. (bnr: hesabê kurmancî)) îroj, 21ê berfanbarê, destpêka zivistanê ye.

zivistan du çile ye. Piştî herdu çileyan dibe mard (adar)..

çîrok û rîwayetên di nav gel de:
gotina cîya min:

çila ewil dibêjin hirç ketiye çile. Çil şev û roj hirç, şevê li ser kêlekeke xwe radizê û nav rojê jî li ser kêleka xwe ya din radizê.
çileya duyem da jî hirç hişyar dibe.

an jî çileya pêşiyê de hirç li ser kêlekekî radizê û ya duyem jî li ser kêlela din radizê û dibe mart (adar). Adarê de hirş hişyar dibe... *



22.12.2016 13:13 ~13:22 | bûtîmar