Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hînbûyina dîrokên fînalan] de;

2. Ez pêşîyê hîn dibim ku maye du hefte, carekî da giranîyek li ser qafesa singê min rudinê. Birre mijar, ders, proje hemuşk mane.

Paşê ez dibêjim kuro hê maye çarde roj rehet be! Pii! Dibêjim a ezê êvarê dest pê bikim.

Her roj wisa xwe dixapînim û roja pêşîya ezmûnê tê. Ez dibêjim kuro aha nabe. Dest pê dikim dixebitim.. Lê nabe nabe! Mina Barekî weke çiyayê sîpan pêşîya min disekinin ders.



Ew tiştên ku heta niha qet bala min nekişandibin wî çaxî bala min dikişînin.

Heta carekî min filmeke yeşîlçamê bi kombersê va temaşe kiribu.

Paşê qe nizanim çakî dibe ez şeva dawîyê da mijaran xelas dikim *

Welhasil eva çar sal e ev hala xwe dubare dike.



(bnr: na na ezê sibê yeqqîm dest pê bikim vê carê :)

)



12.05.2016 00:11 ~00:17 | bûtîmar