2. min pirtûk xwend û li ser navê pirtûkê angorê xwe analîzek kir:
Serlehengê pirtûkê badîn e.
roman wisa dest pê dike: ez badîn im, bayekî dîn im..
Badînê dîn navbera evîniya şexsî û ya netewî de dibe elokeke evîndar. geh xwe evîna xeyalên peşmergeyan dixe û xwe diavêje nava refên peşmergeyan, geh xwe diavêje nav Paşika jale yê, geh nav helbestan, geh nameyan, geh xeyalan, rewşa welêt, neyekbûna kurdan û alîyekî din mamostetiya bi kurdî û mujde..
ez zêde behsa mijarê nebikim bo ku wanê bixwazin bixwînin hebin..
lê dawiya romanê de tiştekî wissa ecêb dibe! meriv şaş û me'tel dimîne. waxta min xwend pêşîyê ez bi dengekî bilind qêriyam min got: yuhhh! Û paşê dev vekirî mam *
ez vegerime analîza xwe: mijara pirtûkê qazî mihemed û mihabad e
Badînê me du jina hez dike navê yekê mujde ye navê ya din jî jale ye.
navê pirtûkê jî mijabad e.
tîpên peyva "mijabad" ê da tîpa serî ya navê herdu xoşewîstên badîn heye ; )
yek jî romanê de behsa mijê jî dike, belkî jî bona mijê jan dost navê romanê lê kiribe mijabad. (mihabad/ mij-abad)
Belkî jî (bnr: haja jan dost ji vê analîzê hebe yê şaş bimîne) *
|