1. Helbesta Cigerxwin'e Ji kuçikén Ne Rast Melaran Dibejé
****
Mela rabe ji xew îro ,
Heta kengî mirîşo bî ,
Bi destê dijminê millet ,
Ne şerme , ko tu kaşo bî ?
Tu xwendaye , tu zanaye ,
Xulamê şêx û axaye ,
Dixwazim ko li pêş millet ,
Tu ronî bî , wekî ro bî .
Hezar salan zekat- xwer bî ,
Ji dijmin re tu rencber bî ,
Ku bê dewlet û leşker bî ,
Tu dê herdem du-ago bî .
Li mizgeftan bi gazî bî ,
Tu razî bî , ne razî bî ,
Tu dê tim jar û tazî bî ,
Li nik dijmin tu xirpo bî .
Xwedê dostê mirovaye ,
Ne dostê hirç û hovaye ,
Berê rojê li avaye ,
Ne bî , îro wekî do bî .
Hezar salin perîşanî ,
Bi jan û derd û êşanî ,
Tu nasnakî misilmanî ,
Heta kengî du-ago bî ?
Çine ev kuştin û talan ,
Li me dijmin dikin halan ,
Perîşanin li ber palan ,
Bila rewşa me tim ho bî ?
Misilmanî eve seyda !?
Di rojên şahî û eyda ,
Me têxin van ben û qeyda ,
Çi mêr û jin , çi zaro bî .
Ji xew rabe , tu ey role !
Ji bo dijmin mebe kole ,
Gelek dijware ev şole ,
Çiman Çirto û Virto bî ?
Cigerxwîn tim dikî qêrîn ,
Dikim , nakim şiyar nabin ,
Bila em jî bibin dewlet ,
Misilmanî wekî xo bî
****
(bnr: olperest)
|