Tirşik - Profîl
tirşik-profîla remlavêj

profîla "remlavêj"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tor abidîn] de;

4. navê warê suryaniyan e û wek navenda olî û civakî ya suryaniyan tê nasîn. di nav kurdan de weke tora hevêrka tê binavkirin. tor abidîn herêmeke ji çiya pêkhatî ye. ev herêm dikeve navbera mêrdîn, botan û êlihê (batmanê) û midyad jî wekî navenda vê herêmê tê binavkirin. li gor hin kesan niştecihên vê derê bi pirranî suryanî (aramî) bûn, lê em ji nivîsarên eugen prym û albert socin jî fêr dibin ku li herêmê di sedsala 19an de jî bi pirranî kurd dijiyan (bnr: lawija mesîh). heta salên 80î û 90î yên sedsala 20a jî li vê herêmê gundên xirîstiyan hebûn, lê niha piraniya wan derketin derveyî welat.



19.03.2015 01:22 | remlavêj