Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [melissa p.] de;

5. ew jinik e ku teqlîdkirineke din a tirkan xistiye bîra min.

ji ber ku pirtûka melissa p. pir hatibû firotin, weşanxaneyên tirk yên tijeaqil (!) nivîskarên nû ji xwe re peyda kirin bo nivîsandina pirtûkên bi vî rengî. naveke biyanî ya çêkirî li wan nivîskaran kirin û berg û qapaxa pirtûkê jî wer dan xuyakirin ku te dê bigota qey pirtûk ji weşanxaneyeke biyanî derketiye û bo tirkî wergerandine.

ji weşanxaneya marti romaneke bi navê eskort derhatibû. navê nivîskar biyanî bû. te navê wergêr di nav rûpelên pirtûkê de nedidît. axir mirov tê digihişt ku ew roman ne werger e. nivîskar bi tirkî nivîsiye ji ber ku nivîskar ne biyanî ye, yekê tirk e. bi kurt û kurmancî, navê nivîskar biyanî lê nivîskar tirk, û weşanxane sextekar.



23.04.2021 21:14 ~21:25 | mirovekirind