Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şilût] de;

1. tê wateya tazî. yek ji navên birayê min ê piçûk e ku di zaroktiya wî de me vî navî lê kiriye.

bîranîn: birayê min ê piçûk, bi 9 saliya xwe de gava mêvan li malê bûn, haya wî jê nebû, ji nişka ve bi şilûtî ket odeyê salonê. bi dengekî bilind dikeniya û ji tiştekê direviya. bêyî ku mêvanê ferq bike çûûû heya dawiya salonê. vegeriya û çav lê ket ku birayê min ê mezin û mêvanekî nenas li aliyê din ê salonê, li pê, bêdeng û bi şaşwazî lê dinêrîn. kes tiştekê negot. pir fedî kir. bi şermokî qîriya. îcar de were ji salonê derkeve. gere tûreke din biavêta ku xwe bigihanda deriyê salonê ku gelek jê dûr ketibû. bazda. lê gavên wî piçûk, salon zêde mezin bû. heta ji salonê derket, xwe rezîl kir.*



14.02.2023 00:12 | mirovekirind