Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [empty room] de;

1. Nîşana sextekarî û nezanîna Kesên di Geştûguzarî (turîzmê) de dixebitin. li ser dîwarên hin otêlên biçûk ên di cihên Geştûguzarî de, wek marmarîs, mirov çav lê dikeve.

herê, we texmîn kir, dibêje “cihê me / odeyên me, bo raketinê hene”. dema li marmarîsê min çav lê ket ez şaş bûm. Odeyeke xeyalî hat ber çavê min, bê razan, bê kursî, bê kelûpel, ne raxistî ye, hema vikîvala. Pêşî min got Oxlim wê xelk li erdê rakevin? Ji bo çend rojan mirov eşya ji ku bibînin? Min di dilê xwe de got sîstemeke çawa ye? Apart hene, wê jî raxistî didin kirê. Piştî çend saniye ez pê keniyam. Min fahm kir ku bi nezanînê nivîsîne, Jidil û bê henek. Lê komîk e.

Hem komîk e û hem jî Heyf e. Pir ji otêlan hez dikim. cihên di destê sextekaran de dilê mirov ji jiyanê sar dike. Sextekar, yanî Ji her derê xuya ye ku otêlvanî filan qet nizane, tenê ji bo pere qezenckirinê ketiye vê îşê. û ji heqê karî jî dernayê. jixwe jê nayê. Vê çaxê bi gotina tirkmancan, “benim moralî sifir, sifir, sifir”. Li şûna empty room divê bigotana vacancy an vacant room.



22.09.2022 22:39 ~2023.06.25 17:44 | mirovekirind