Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mehsa emînî] de;

4. (bnr: jîna emînî)



22.10.2023 16:53 | mirovekirind

2. dibe sedema şermezarkirin û protestoyan li bajara jinikê. (bnr: seqiz)

hikûmeta îranê naxwaze kes beşdarî cenazeyê bin. dîsa jî bi sedan kes diçin seqizê, beşdarî cenazeyê dibin û hinekan li dijî hikûmetê sloganan davêjin.

(theguardian.com) Here lînkê



17.09.2022 17:20 | mirovekirind

1. mirina jinikeke kurd a bi navê mehsa emînî a 22 salî li îranê ye. bo dîtina merivên xwe yên li Tehranê, ew û malbata wê tev ji herêma kurdistanê rabûne û bi rê ketine. ji ber sedema cil û bergên ku li xwe kiriye, mehsa emînî ji aliyê polêsên ehlaqê ve ji bo nezaretê hatiye girtin. qasî ez zanim ew pêvajo tişteke basît e, polêsên ehlaqê te hişyar dikin, temî li te dikin, şûn de serbest dihêlin. îcar piştî nezaretxaneyê, wê serbest nahêlin, dişînin nexweşxaneyekê. mehsa emînî di roja sêyem de li nexweşxaneyê dimire bi sedemeke nediyar. dibêjin polês lê xistine loma miriye.

(theguardian.com) Here lînkê

(Xwebun.org) Here lînkê



17.09.2022 16:47 ~2022.09.18 22:41 | mirovekirind