Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bîranîna ajneya yekem] de;

1. bîranîna min a nêzî sî sal berê li diyarbekirê di hewiza karwanserayê de qewimî ye. niza'm kîjan meha havînê bû, bavê min, min û birayên min biribû hewizê. berî ketina avê, gotin divê mirov serê xwe bişo. pir bi min ecêb hatibû. min go ew çima? ma jixwe ez ê şil bim. li wir du-sê dûş li cem hev û her yekê perdeyek hebûn. Bi qasî deqeyek li pê min serê'xw şuşt. ew qayîde ji bo paqijiya hewizê bû lê min nedizanibû.

heya vê rojê virde û wêde çi hewz be, çi behr be, min çend car di avê de lîstibû an jî bi simîdê ajne kiribû. lê ew roj li kêleka hewizê karwanserayê cara ewil bû xwe bixwe, bê simîd, tik û tenê, ez û şorta xwe* hêdî hêdî ajneyê hîn bûm. piştre, em tev betilî bûn. li aliyekê hewizê mase hebûn. piştî ajneyê em derbasî maseyekê bûn. ji ber dîwarên reşbelek ên bilind ên karwanserayê tav êdî nediket hewzê. belkî saet şeş û nîv filan bû. êdî dema xwarinê bû. kesên ajne dikirin hema hema bibêje nemabû.

garsonên karwanserayê, tê bîra min, pantorên reş û gomlegên spî li wan hebû. Mase jî spî raxistibûn. ji me re di nav dîzikê de goşt, firingî û îsotên şîn çêkiribûn. ew xwarin, dibêm qey yek ji çend xwarinên sereke yên karwanseraya wê demê bû. me xwar, bo min tûj lê pir jî xweş bû. dew anîn di nav tasên mîna zîv yên desenkirî de.



11.12.2021 21:40 ~2021.12.12 12:17 | mirovekirind