Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nexweşiya hdpê ya ku dema behsa kurdan dike milletên din jî dixe nav de] de;

3. bi rastî nexweşî ye. “kardes turkuler” ji bo ku stranek bi kurdî bigotana, 10 heb stran ên bi zimanên din dixistin nav repertiwara koma xwe ya muzîkê (bogazici muzik toplulugu). axir derketin televizyonan jî, “kara uzum hebbesî” gotine, bîst sal berê bû. ew stran jî nîvî bi tirkî nîvî bi kurdî bû. me kêf kir. ew serkeftinek bû. ji bo komeka muzîkê ya sivîl dibe ku tu karê xwe bi hişmendîya biratîya gelan bimeşînî. karê hunerî dikin, sivîl in.

partîya ocalan, bi “çepgiran” (çepgir jî çi çepgir e, hundirê wê vala), bi “sosyalistan”, bi komunîstan, bi kemalistan, bi ewqas fikir û kesan ra ku tev jî ji rastîya kurdan dûr bûn, kar kirin, hevparî kirin. vir da çûn, wir da çûn, lê belê berê xwe nedan xelkê xwe, berê xwe nedan kurdan. çima? xelk dîndar in loma. piranîya kurd ên li bakurê misilman in û hem jî dîndar in. ew rastîyeka pir mezin e. lê qebûl nakin. ji vê alî em meyze kin, pkk marjînal e. pir marjînal e. di nav xeyalekî da dijî. ji rastîyê dûr, ji xelkê dûr. wek chp. kemalistên tirkîyeyê jî ji piranîya xelkê dûr, ji rastîya xelkê dûr, di rewşekî kambax da ne. îro hdp dikare bi herkesî ra hevaltî bike, rey ji her kesan bixwaze, lê çav kurdên dîndar, kurdên bi dehan mîlyon, nabîne.

pkk wer kiriye, êdî siyaseta kurdên li bakurê xetimîye. çek di dest da, rê nadin ku hêzekî din ji nav xelkê peyda bibe. encam: ewqas kurdên bi dehan mîlyonan li bakurê bê temsilîyet dijîn. pkk wek partîya kurdan tev nagere. reyên kurdan belavmelav bûye di nav partîyan da. siyaseta pkkyê ji serî da marjînal bû. lê îro çima xwe naguherîne? projeya biratîya gelan li dar xist, lê dîsa kurdên dîndar li derve ma.

ew nexweşî ji îdeolojîya pkkyê tê, ewê ku bi hişmendîyekî evçend teng û pûç ku nikare kurdên xwe di nav da bihewîne. dawaya pkk ya pêşîn ne li ser kurdbûnê ye, li ser îdeolojî ye. gelê kurd hê jî ji vê îdeolojîyê fam nakin, pê nizanin. li ber çavê wan xelk cahil in û nezan in. nexweşîya pkk û hdpyê ev e.



21.02.2021 15:44 | mirovekirind