Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mamoste nûjen] de;

2. hunermendekî kurd e. xêzkêşekî pir biqîmet e. hûn dikarin pirî car rastî xêzikên (bnr: caricature) wî bên. navê wî, mamoste nûjen e.

tê bîra min, cara pêşî di sala 2011î de ez bi xwendina pirtûk a çîroka newrozê ku bo zarokan ji alîyê şivan perwerê ve hatibû nivîsandin, rastî hunera wî (mamoste nûjen) hatibûm. rûpelên vê pirtûkê, bi xêzikên mamosteyê ve tije bûn. mala wî ava! çîroka newrozê, merseleya kawayê hesinkar bi zimanekî zelal vegotiye. çîrokekî pir kêfanok e.

li hemû cureyên weşanê (pirtûk, kovar, malperên kurdî û hwd) rastî xêzikên wî têm. xêzkêşeke din wek wî jêhatî ez nizanim. ma şagirdên wî çima çênebûye? mamoste çima kesê hînî hunera xwe nekiriye? qasî ku ez dibînim, cihê wî di wêje û weşana kurmanciyê de zahv girîng e. ji bo ku hunera xêzkêşî nifş bi nifş berdewamî bike, gere mamoste çend şagirdan wek xêzkêşên kurd ên nifşên nû perwerde bikira û wan bigihanda îro.



21.05.2019 22:02 ~2019.06.23 18:19 | mirovekirind

1. xêzkêşekî kurd e.



19.03.2019 21:38 | mirovekirind