Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dema ku mirov li welatekî xerîb di heman wextî de sê zimanan bi hev re hîn dibe] de;

3. heq e mirov rabe ser pîyan û çepik lê de ji bo van kesan, ku ew kes kurdên kurdîaxiv bin.

ev profîl tenê ji kurdan derdikeve gelo? Heke bêedebî neyê, demekê hatibû serê min jî. sê ziman û heta wer dibû, dibû çar ziman, pênc ziman, digihîşt ezmanan. di nav heft salan de hema hema tu ziman nema min berê xwe neda. a girîng ew e ku mirov hewlên xwe yên dest pê kirî bibe serî.

dawiyê, dema tu sê zimanan bi hev re hîn dibî, car dibe pergala van zimanan di serê te de tev li hev dibin, nikarî bala xwe bidî ser zimanekî tenê, û pê gêj dibî. car jî dibe peyv û wate yên ji zimanekî din ku di mejiyê te de rêya xwe şaş kirine, tên belaya xwe didin te, devê te li hev digere û bi ewqas zimanên ti tûrikê xwe de, tu ji xwe re dibî lal.

(bnr: speechless) (bnr: mute)



11.08.2023 22:26 | mirovekirind