Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [strana adeleê ya ku dişibe strana ahmet kayayî] de;

9. bi rastî jî muzîk tam kopyaya strana Ahmet kayayî ye. gotinên strana adeleê bixwînin û ên ahmet kaya bidin ber hev, derdikeve ku gotin jî ji hedê xwe zêdetir dişibin hev. ew jî ne bes e, di strana a. kayayî de dibêje "Yaşadim birkaç bin yil Acilara tutunarak" û ya adeleê de dibêje "...Life was a party to be thrown But that was a million years ago". jixwe navê stranê kirine "million years ago". hema eşkere.

mergehez qala ilhan iremî kiriye: strana adeleê ya ku dişibe strana ahmet kayayî/81518 rast e, ber bi çav e. lê ji herduyan kevintir, straneke bi navê solenzarayê heye. (bnr: enrico macias) Here lînkê

li spotifyê dema mirov bi rêya lêgerînê stranek bibîne û bitikîne, piştî guhdarkirina vê stranê, Spotify hin stranên têkildarkirî li dû wê dixe û yek bi yek lê dixe. bi vî rengî mirov bi stranên nû dihesîne. solenzara yek ji wan bû.



08.05.2021 02:35 ~2023.02.23 09:26 | mirovekirind