Tirşik - Profîl
tirşik-profîla onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip

profîla "onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [warka water] de;

1. projeyeke ku nêma bi hewayê ve dikişîne xwe û dike av, bi destê endazyarên îtalî li etîyopyayê ji bo ji pirsgirêka avê re bibe çare û derman hatiye danan.. bi alîkariya darên bambûyê û keresteya polyesterê barûyek di şiklê qefesekî de tê çêkirin, ev barû wekê rojingeka hewayê îş dike û nêm û xunava bi hewayê ve dikişîne tanka hîjyenê ya di nava barûyê de û bi vî awayî rojane nêzikî 50-90 lître av tê hilberandin.. proje ji aliyê şîrketeka îtalî bi navê architecture and vision hatiye çêkirin, proje hêj di asta çêkirin û pêşdebirinê de ye, heta niha çend prototîp jê hatine çêkirin, ji bo her barûyekî texmînen 1000 dolar lê diçe..

siba dusiba eger ev proje biçekî din bê baştrikirin û pêşdebirin dibe ku pirsgirêka ava vexwarinê ku li welatên efrîqayê pirsgirêkeke mezin e û tê pêşbînîkirin ku d siberojê de li welatên rojhilata navîn jî bibe pirsgirêkeke sereke, çareser bike..

li gorî google translateê, warka di zimanê somalî de -swahîlî- tê maneya nûçeyê, û water jî ji xwe bi îngÎlîzî av e.. belkî wate ji vî navî mizgîniya avê be.. yanî ez bûma min ê navek wiha dabûya vê projeya xwe..

http://www.revolve-water.com/warka-water-italian-project-ethiopia/

http://www.aljazeera.com.tr/haber/bambu-kulesi-havadan-su-uretecek