Tirşik - Profîl
tirşik-profîla onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip

profîla "onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dêresorê] de;

1. straneke xweş ya gelêrî ye.. cara ewil ji dengê karapêtê xaço guhlê bûme, ji bo ciwan û cêjlêt tirşikê versiyona stranê ya ji dengê karapetê xaço navê stranê eyndîwerê paytext e ye * .. ji layê gelek kom û stranbêjên wekê koma dengê azadî-mehmet atlı, aynur doğan, tara mamedova, rojhan beken ve hatiye gotin.. lê ji xeynî karapetê rehmetî hema bêje hemû kom û stranbêjên ku vê stranê dibêjin bêjeya dêresorê wek dêra sorê dibêjin û yên ku gotinên stranê werdigerînin tirkî jî bêjeyê wek kırmızı kapı an kırmızı kilise werdigerînin.. dêre, fîstan e, dêresor jî wesfeke otantîk e ji bo delaliyên fîstansor ên di stranên gelêrî ên kurdî de..

li ser youtubeê qeydeka amator ya vê stranê heye ku di festîvala fîlman ya stembol if sitanbulê de mehmet atlı û aynur doğan bi hev re dibêjin, gelekî kêfa min jê re tê.. ka kerem kin;