Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xulam

profîla "xulam"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mûsayê bê asa] de;

4. navekî ecêb pê ra heye. mûsayê bê asa. nîvekî wî bi kurdî û nîvekî din jî bi tirkîye. kuro lawo, gopalê bi hezar salan û ji bav û kalan, kîngê bûye asayê tirkan. û ku bûyibe jî çima qet haya me jê tuneye. ( welleh hê kela dilê min danenîye û ez hê gellek bi hêrsim ha. eva heye ku bîst sale ez evqas hêrs nebibûm... *)



25.10.2014 13:45 | xulam

2. Fîlma aydin orak e û li ser jîyana mûsa anter e. heyfa navê şêxo ( mûsa anter ) ku bi fîlmeke awha bêkêr ve hatîye girêdan.



24.10.2014 14:26 | xulam

1. duh ber bi êvarê li enqerê, em bi tevayî bi qasê 30-40 merif mêr û jin, kurd û tirk bi hev re, bi saya û bi sazkirina KESK ê em çûn sînemayê û me lê mêzekir. min hettanê vê roja han fîlmeke evqas bi kêmasî û fîlmeke evqas nebaş nedîtibû. û ez li hember mêvanên tirk ji şerma di xwêdanêda mam, lewra camêra bi gotin û ji hezkirina me hatibûn. a ev gotina min jî ji derhêner aydin orak re ye. malava qet gûzanek tunebû ku te rû û simbêlên wî leşkerên tirk jê bikira. kê dîtîye leşkerên tirk û simbêlên pal.



24.10.2014 14:13 | xulam