Tirşik - Profîl
tirşik-profîla zero

profîla "zero"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ferqa di navbera cureyên cil û bergan de] de;

1. cil: navê giştî yê alavên xwepêçan, xwestirînê.

kinc: cilên kûtî û qirêj, cilên ber şûştinê

kincik: cilên zarokan ên qirêj

kincik: bezên ji bo paqijkirina malê

çek: cilên leşkerî

şal û şapik: cilên dawet û nêçîrê yên mêran

kiras: cureyeke cilên jinan ê sereke

kirastkurtk: cilê hevrîşîmî û spî yê di bin kirasê de.

fîstan: cureyeke cilên jinan ê sereke

şirnexî: cureyeke cilên jinan ên şahî û dawetan

xiftan: cureyeke cilên jinan ên şahî û dawetan

derpî: bincilê ku jin li xwe dikin, an jî pîjemeyê jinan

derpîkurtk: bincilê ku zarok û mêr li xwe dikin

destik: cilê ku jin dema nên dipêjin li xwe dikin.



25.03.2014 17:08 | zero