1. Ev pirtûk di sala 2000’an de bi wergeriya kawa nemir, ji aliyê Weşanên jiyana reşwenê ve hatiye çapkirin. Wekî tê zanîn destana gilgamêş ji lewheyan pêk tê, di van lewheyan de tîp û peyv û hevokên nayên xwendin û derên derizî û şkestî hene. Gilgamêş ji ber çelengiya xwe bi nav û deng e, Enkîdûyê ku di nav dar û daristanan de dijî, dibe hevalê wî. Bi hev re diçin Daristana Kacan, li wir Hûmbaba dikujin, piştî vê keyban Îştar çav bi bedewiya Gilgamêş dikeve lê Gilgamêş ji ber ku ew xwedawend e nikare pê re bimîne. Keybanû Îştar piştî vê yekê Boxeyê Esmên dişîne li ser gilgamêş û enkîdû. Ew Boxeyê Esmên ê Xwedayan jî dikujin; Xweda li hev dicivin û canê Enkîdû jê distînin. Gilgamêş piştî mirina hevalê xwe Enkîdû diqehire, ji mirinê ditirse û xwe li çol û çolistanan dixe, li pey nemiriyê dikeve. Ût-na-pîştîmê ku bi “nemiriyê” hatibû cezakirin dibîne û Ût-na-pîştîm jê re çîroka xwe vedibêje. |
|
17.02.2014 06:31 |
zero
|