Tirşik - Profîl
tirşik-profîla zero

profîla "zero"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tê heye ku gurrtir jî bibe deng] de;

1. navê helbesteke kawa nemir e, di dîwana wi ya bi navê "bêdengî û tiştên din" cih digire.



tê heye ku gurrtir jî bibe deng

Xelk xeletiyan xitim dike. - me kingê

peristgeha xwe ya çiyê ji dest da? - Kardox

disimsimin di kuçe û kolanan de, ew qazên

beyanî, birayên nêçîrvan, birîna birayên wan

li ser kêrên wan ên ko.



xelk xeletiyan xitim dike. Qad û gorepan

kulîlkên çilmisî ne. huş bin borîzanên

devbelaş, nabişkivin hûn. yên mayîn, xelko!

lempeya tariyê vêxin. Helbestkar dikelime.

ji xeletiya we çêbûye ew.



(15 Rezber 2007

feriköy / stenbol)



07.02.2014 06:47 | zero