Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azad30

profîla "azad30"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwendekarên ku dibin evîndarê/a mamosteya/ê xwe] de;

1. Rewşa ku piranî asta liseyê diqewime.
Piranî xwendekarên keçîk de ev hîs çêdibe.

Pêşî behsa ê kurîka bikim;

Xwendekarên kurîk carna dema mamosteyek jin wek însanekî nêzîkî wî dibe, hinek pê eleqedar bibe ev rewş derdikeve holê. Tabî carna mamoste qet eleqedar nebe jî zarok ji ber bedewîya mamosteya xwe dibin evîndar. Pêşî ecibandin û hez kirin çêdibe dûre dibin evîndar.

Ku bûyer dibistana seretayî û navîn çêbe em dikarin meselê hinek kêmasîya nedîtîna hîssa dayîktîyê, şefqetê wek sedem bibînîn, lê lîseyê sedem hinekî alîyê evînê an jî lîbîdoyê ve diçe.

Em werin ser xwendekarên keç/jin

Di vê mijarê de tabî hevalek jin çêtir dikare agahî parve bike . Ezê hewl bidim ku ew mijar û buyerên ku hatîye ber destê min an jî min bîhîstîye şahîd bume ezê ji wan behs bikim.

Di keçîkan de piranî sedem ewe ku mamoste an pê re wek xwendekarekî eleqedar dibe hinek pê re diaxive hinek dikene vs û keç jî wî xeberdan û eleqedarîyê xelet fehm dike wek nîyeta têkîlîyê fehm dike.

Di rewşek dîtir jî keç hema rasterast bêyî têkîlîyekî dibe evîndar. Li wir jî mezinbun û kamîlbuna mamosteyê bala xwendekara dikêşe û hîssa evîndarî pê re çêdibe.



05.12.2019 15:21 | azad30