Tirşik - Profîl
tirşik-profîla emûmar

profîla "emûmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hedîs] de;

3. gava mirov bi kitekitî qur'anê dixwîne fêhm dike ku hedîs pêwist nîn in. jixwe nava hedîsan de dijîtî hene. lêbelê di nava hedîs û qur'anê de jî dijîtî heye. mînakî tirmizî bixwe dibêje "ji bilî qur'anê kê ji xwe re pirtûkeke olî, yeke din, hilbijêre ew naletî ye" loma mirov dibêje "ê heval tirmizî tu dibêji bawerê min nekin?"

mînakên nola van gelek in lê bi kurtî em bibêjin "me kîngê pirtûkê hedîsan şewitandin em ê hingê pêş de herin" vê navê ji min şîretek; cem sunni û şiiyan waha nebêjin çimkî ewna gelekî ber botên xwe dikevin. ango (bnr: botperêz) in.



25.10.2014 16:23 | emûmar

2. hedîs ango gotin. peyveke bi erebî ye ku tê wateya gotin an jî peyvê. gorî sunnî û şiî'ya evna gotinê hz. mihemmed in. yek jî kirinên hz.mihemmed hene van re jî dibêjin sinet. lêbelê di dema pêxember de hedîs nayên nivîsîn. piştê mirina pêxember 150-200 sal şûn de tên nivîsîn û bi pirtûk kirin. îro buharî, tirmizî, mûslîm, ebu davud û çend pirtukên ku navê wan nayên bîra min, pirtûkên hedîsê ku sûnnî jê re dibêjin sehîh in. lê di destpêka pirtûka bûharî de bûharî bixwe jî dibêje "min ew hedîsên ku berhev kiribûn %90 avêt." loma jî îro di mijara bawerkirin an jî bawernekirina hedîsan de berberîyeke mezin heye.



25.10.2014 16:10 | emûmar