Tirşik - Profîl
tirşik-profîla serburiyek

profîla "serburiyek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [vîtvîta çivîka] de;

2. mirovekî xwedî pez ji bo ku derkeve zozanan li benda dengê pepûkê ye. çimkî dema ku pepûk dikin kûkekûk, herkes dizane ku dema derketina zozanan e. salekê dem hê tam ne dema derketina pez e, lê mirov mêze dike ku dengê pepûkê tê. derdikeve li ber derî bi çavên xwe dibîne ku pepûkekê melomestoyî bi rastî jî dike kûkekûk. mêrik her çiqas hinekî ecebmayî jî dimîne, lê dizane ku rewşa xwezayê çûk û şewal baştir dizanin. diçe hundir û ji jina xwe re dibêje: jinik wa ye pepûk dike kûkekûk, edî dema derketina zozanan hatiye. rabe em haziriya xwe bikin. mêrik tevî malbata xwe amadekarîya xwe dike, keriyê pezê xwe dibe zozanan û konê xwe vedigire.lê ji ber ku hê ne dema derketina zozanan bûye, hewa ji nişkê ve xera dibe û di demekê kurt de pezê wîji ber hewaya sar, sir û seqemê dicemide, winda dibe, dibe xwerê gur û çeqelan û bi vî awayî nîvê keriyê wî telef dibe. ji ber bayê zexm konê wî dikeve, stûnen wî dişikin û tevî malbata xwe perîşan dibe. piştî dinek kêmbûna ba û bagerê merik derdikeve ku li rewşê mêze bike. lê dinere ku wa ye ew pepûka ku li ber derê wî kûkekûk dikir û bûbû sedema zûderketina wî, ji ber sir û sermaye miriye û li ber hebinên kon dirêj bûye. xwediye pez tê ser laşe pepûke, bi xemgînî dibêje: çivîka wîlwîlanî, ez kor bûm min nezanî, te çima mala xwe xera kir, konê min jî pê re danî.Here lînkê



12.09.2020 11:31 ~11:30 | serburiyek