Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yoda

profîla "yoda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [30'ê rêbendanê] de;

4. Mirin:



1948 – Mahatma Gandî, serokê efsanewî yê Hindistanê

1969 – Dominique Pire, keşeyê xwediyê Xelata Nobelê



17.05.2014 11:25 | yoda

3. Zayîn:



1882 – Franklin D. Roosevelt, serokdewletê 32em ê DYA'yê

1927 – Sven Olof Joachim Palme, serokwezîrê Swêdê



17.05.2014 11:25 | yoda

2. Cîhan:



1648 – Di navbera Holenda û Spanyayê de peymana Münsterê hate girêdan û şerê heşt salan bi dawî bû.

1847 – Navê bajarê Kalîforniyayê Yerba Buena weke San Francisco hate guhertin.

1933 – Adolf Hîtler desthilatdariya Almanyayê zemt kir.

1942 – Şerê cîhanê yê duyem: Hêzên Japonyayê girava Ambonê zemt kirin.

1944 – Şerê cîhanê yê duyem: Hêzên amerîkan li Majuroyê bi cih bûn.

1948 – Serokê efsanewî yê Hindistanê Mahatma Gandî, ji aliyê hindiyekî bi navê Nathuram Godse ve hate kuştin.

1956 – Mala serokê tevgera mafên mirovan ê li DYA'yê, Martin Luther King, rastî erîşa bombeyî hat.

1972 – Pakistan, ji Komeleya Gelan a Îngilîzan veqetiya.

1982 – Yekemîn vîrusa kompîterê ji aliyê Richard Skrenta ve hate nivîsandin.

2003 – Belgiyayê yasaya zewaca hevcinsan hate pejirandin. Bi vê re Belgiya piştî Holendayê re bû dewleta duyem ku ev maf dabû mirovan.



17.05.2014 11:25 | yoda

1. Kurdistan:



1950 – Kovara Şark Mecmuası ji aliyê Musa Anter û Şêxmus Elçî ve hate weşandin.



17.05.2014 11:24 | yoda