Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hierapolis] de;

1. bajareke antîk a yunan Û Romayê ye. Cihekî turîst pir tênê.

Li Tirkiyê di navçeya pamukkale ya denizliyê da dimîne. Ji aliyê siyasî, dînî û tenduristiyê bajareke girîng e.

zinarên ku Pê taybetmendiya avê wekî pembû spî bûne jê ra traverten dibêjin. Travertenan li vir dinyayê da navdar e.

filipusê Hewariya Îsa pêxember li wir hatiye kuştin, loma ji bo xristiyanan weke ziyaretgeh e.

Perestgeha Apollon li vir e.

Di vî bajarê de gelekî mezel hene ku wekî bajarekê goristan e. Seba wê ev e, kesên extiyar û nexweş ji bo şîfa bibînin û baş bibin hatine li wir, wextê ku mirine cinazeya wan li wir hatiye veşartin. hemam û avên hierapolîsê bişîfa tê qebûlkirin.

Piranî turîst dikevin Hewzê Kleopatrayê çimkî li gorî me hinekî bihaye.

Şanoya vê derê heta niha ku min ditiye di nav wan da herî saxlem û xweş bû têr nebûm lê binêrim.



09.05.2020 01:36 | mîr